Li Fransayê bûyer bi dawî nabin

Li Fransayê çalakiyên li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) bi dawî nabin. Di xwepêşandanên gelek bajaran de pevçûn derketin.

Li Fransayê çalakiyên li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) bi dawî nabin. Di xwepêşandanên gelek bajaran de pevçûn derketin.

Li dijî ‘Referandûma’ pêşnûmeya Xebatê ya hikûmetê bi mehan e çalakiyên protestoyî didomin. Di çarçoveya hefteya çalakî û grevê a ku roja Sêşemê destpê kirin de, welatî îro jî li gelek kolanên bajaran bûn. Di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.

Li paytext Parîsê li ser banga Sendîkaya CGT’ê deh hezaran kes kom bûn, polîsên ku gelek rêyên giştî zeft kiribûn xwestin çalakvanan di têketina Placeyê de asteng bikin û meşê parçe bikin. Li gelek nuqteyan mabeyna çalakvanan û polîsan de pevçûn derketin.

Li bajarê Nantes ê dikeve Rojavayê welat ku ji aliyê Walîtiyê xwepêşandan hatibûn qedexekirin, di navbera polîs û xwepêşandanan de pevçûn derketin. Polîsan xwestin tevgera çalakvanan asteng bikin. Ciwanan li dijî polîsên ku bombeyên gazê bi kar anîn, dirûşmeyên mîna “Rewşa Lezgîn” û “Dewleta polîsan; mafê me yê xwepêşandanan nayê astengkirin” bersiv dan.

Di bûyerên li bajarê Rennesê jî herî kêm 5 xwepêşandan hatin binçavkirin, polîsek jî birîndar bû. Di xwepêşandanên li bajarê Lyonê de jî polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin û hinek çalakvan binçav kirin.

Pêşnûmeqanûna Xebatê ji meha Adarê ve li tevahiya welat rê li ber xwepêşandanên mezin vekiriye. Hikûmetê ji ber dizanîbû ku parlementerên PS bi xwe jî wê dengê ‘Na’ bi kar banîba, li gorî Destûra Bingehîn madeya 49.3 xiste dewreyê.

...