Di pêşnûme qanûna ahengiyê ya li Elmanya de çi hene?
Li Elmanyayê, di civîna hikûmeta koalîsyonê ya du rojan de, ku duh destpê kir wê îro Qanûna Ahengiyê ya nû bê nirxandin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberan eleqedar dike.
Li Elmanyayê, di civîna hikûmeta koalîsyonê ya du rojan de, ku duh destpê kir wê îro Qanûna Ahengiyê ya nû bê nirxandin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberan eleqedar dike.
Pêşnûme qanûn ku bi mehan xebat li ser hat kirin û çav li rê ye îro bê qebûlkirin, gelek mecbûriyetan derdixîne pêşiya penaberan.
Li gorî pêşnûme ya nû wê bikeve rojeva civîna bilind a koalîsyonê, ku duh êvarê li Qesra Meseberg a eyaleta Bradenbûrgê destpê kir, ji bo penaber karibin bi hêsanî tevlî bazara kar bibin, wê qanûn ji hin aliyan ve bên nermkirin. Beriya niha, karek ewilî ji bo Elman an jî welatiyekî welatên Ewropayê dihat pêşniyarkirin û eger wan ne ecibandibûna, hingî pêşkêşî penaberan dihat kirin. Bi pêşnûmeya nû re ev yek tê nermkirin.
HETA KU PERWERDEYA PÎŞEYÎ NEQEDE, WÊ NIKARIBIN BÊN DERSÎNORKIRIN
Di vê pêşnûmeyê de tê ragihandin, penaberên li Elmanyayê perwerdeya pîşeyî dibînin, heta vê perwerdeya xwe neqedînin nikarin bên dersînorkirin. Têkildarî penaberên biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, tê plankirin ku 6 meh piştî perwerdeya pîşeyî li welêt bimîne. Eger penaber di nava vê demê de karekî ji xwe re bibîne, wê mafê wan ê rûniştinê bê dirêjkirin.
Li gorî pêşnûme qanûna ahengiyê ya nû, hînbûna Elmanî weke mecbûriyetê tê ferzkirin û di vî warî de, berî dozên penaberiyê yên penaberan biqedin, wê bersiva erênî ji daxwaza çûyîna qursa ziman re bê dayîn.
Li gorî pêşnûmeyê, penaberên ji bo 'ahengiya' bi welêt re daxwazên saziyên dewletê bi cih ne anîne, wê alîkairya civakî ya ji wan re tê dayîn dikare bê qutkirin.
JI BO MAFÊ RÛNIŞTINÊ YÊ BÊ DAWÎ, ŞERTÊ HÎNBÛNA ZIMAN Û HATINEYÊ TÊ FERZKIRIN
Li gorî qanûnên Elman, ji bo penaberên mafê penaberiyê ji wan re hatiye naskirin, piştî 3 mehan ev mafê rûniştinê bi rengekî bêdawî dihat guhertin. Bi pêşnûmeya nû re, ji bo dayîna vî mafî hînbûna Elmanî di asteke baş de û hatineyeke têra xwe bike, weke şert tên ferzkirin. Penaberên van şertan bi cih nînin, wê destûra rûniştina wan ji bo demekê were dirêjin.
BAJARÊN PENABER LÊ BIMÎNIN WÊ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE WERIN DIYARKIRIN
Xaleke din a pêşnûme qanûna ahengiyê ya herî zêde nîqaş li ser hat kirin û nerazîbûn lê hat kirin ew e, ku bajar an jî komunên penaber lê bi cih bibin, ji aliyê rêveberiya eyaletê ve werin diyarkirin. Saziyên pêwendîdar, wê ji bo 'pêşîgirtina li gettobûyînê' an jî 'ahengiya di nava jiyana kar' de, biryarê bidin ku penaber li ku derê bimînin.
SAZIYÊN ALÎKARIYÊ LI DIJ DERDIKEVIN
Di serî de Pro-Asyl û Carîtas gelek saziyên alîkariyê li dijî pêşnûmeyê derdikevin. Saziyên alîkariyê, diyarkirina cihê mayînê û şertê qursên ziman rexne dikin û dibêjin.
Li gorî hesaban, lêçûnên îsal ên ji bo penaberan wê bigihêje 20 mîlyar euroyî. Sedî 40 ji vê, wê ji budçeya federal bê dayîn. Lê eyaleta dixwazin ev rêje bê zêdekirin.