Li Lazkiye û Tartûsê êrîşên bombeyî: Herî kêm 70 kes mirin

Li navçeya Cebele ya bajarê Lazkiye û bajarê Tartûs ên Sûriyeyê, li heft cihan êrîşên bombeyî hatin kirin. Di encama van êrîşan de herî kêm 70 kes mirin, gelek sivîl birîndar bûn.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya li Londonê diyar kir, li Cebele çar, li Tartûsê jî sê teqîn rû dane. Saziya Çavdêriyê da xuyakirin, ku herî kêm du ji van êrîşan êrîşên xwekujî ne.

Eşkere bû ku sê teqînên li Cebele ji aliyê çeteyan ve hatine kirin. Çavkaniyên Sûriyeyê jî ragihandin, ku teqîn ji ber êrîşên terorîstî rû dane. Di êrîşên li Cebele de nexweşxaneyek hedef hat girtin.

Êrîşên li Tartûsê jî yek jê bi wesayîta bombebarkirî, ya din jî ji aliyê êrîşkarê xwekuj ve hat kirin.