Vîrûsa Zîka li Martînîqûe bû sedema mirinê

Vîrûsa Zîka ku bi mehan e li welatên Başûrê Amerîkayê belav bûye, hat ragihandin ku li xaka Fransayê ya li aliyê din ê deryayê Martînîqûe, rê li ber mirinê vekiriye.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Tenduristiyê ya Herêmî (ARS), li Girava Martînîqûe ku 25 hezar kes bi vîrûsa Zîka ketine, kesek mir. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kesê jiyana xwe ji dest daye 10 rojan li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Li gorî daneyên ARS, di nava hefteya dawî de zêdeyî 1.700 nexweşên vîrûsa Zîka hatine tespîtkirin û hejmara nexweşan bi giştî gihaştiye 25 hezar 610 kesan.

Vîrûsa Zîka ya li Brezîlyayê derket holê û bi rêya kelmêşa Aedes bi mirovan dikeve, heta niha rê li ber mirina 5 kesan vekiriye.

Lê belê, eger jinên ducanî bi vê Vîrûsê bikevin, pitikên wan dikarin bi nexweşiya mîkrosefalî ji dayik bibin.