'Dibe ku lîderê Talîbanê hatibe kuştin'
Hat gotin, lîderê rêxistina Talîbanê Mollah Ahtar Mansûr bûye hedefa êrîşa balafira bêmirov a DYA û dibe ku hatibe kuştin.
Hat gotin, lîderê rêxistina Talîbanê Mollah Ahtar Mansûr bûye hedefa êrîşa balafira bêmirov a DYA û dibe ku hatibe kuştin.
Li gorî rayedarekî hikûmeta DYA, ku nexwest navê xwe eşkere bike, lîderê Talîbanan Mollah Ahtar Mansûr hedef hat girtin û bi ihtimaleke mezin dibe ku hatibe kuştin. Tê gotin, êrîşa hewayî ya li hemberî lîderê Talîban, li aliyê Pakîstanê yê sînor dema Mansûr di wesayîtê de bû hatiye kirin.
Tê texmînkirin ku di êrîşê de kesê li cem lîderê Talîbanê bû, ew jî miriye.
Hat ragihandin, fermana êrîşa li hemberî lîderê Talîban, yekser ji aliyê Serokê DYA Barack Obama ve hatiye dayîn.
Talîban di navbera salên 1996-2001'ê de li Afganîstanê serdest bû. Lîderê wan ê beriya niha Mollah Omer di sala 2013'an de hatibû kuştin û ev yek ji heta Tîrmeha 2015'an ji aliyê rêxistinê ve hatibû veşaritn. Mollah Mûnsûr piştî vê demê, weke lîderê rêxistinê hatibû ragihandin.
Di şerê navbera Talîbanan û artêşa Afgan de, bi tenê par 3.500 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.