Artêşa Iraqê nêzî Fellûceyê dibe
Tê gotin, artêşa Iraqê hin gundên Fellûceyê ji destê DAIŞ'ê derxistiye û ber bi Fellûceyê ve bi pêş de diçe.

Di operasyona Fellûceyê de, ku duh bi tevlîbûna milîsên Şîa û hin eşîrên Ereb destpê kir, tê gotin çend gund û tax ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin. Hat ragihandin, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî îro çû navenda leşkerî ya operasyonê û rewş ji nêz ve şopand.
Li gorî çavkaniyên Iraqî, di çarçoveya operasyona Fellûceyê de herêmên Şehabiye ya yekemîn û duyemîn ên li rojhilatê bajêr ji çeteyan hatine paqijkirin. Çavkaniyan ragihandin, gundên Herariyet, El Elîfiye, El Kereme, Ebû Ûde û taxa Ebû Hedîda Nasir a li başûrê Celîle û El Kereme, ji destê çeteyan hatine derxistin. Van çavkaniyan diyar kirin, di şerê heta niha de herî kêm 10 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û hêzên artêşê ber bi Fellûceyê ve diçin.