Li Ewropayê bi deh hezaran koçber ketin nava lepên bazirganan
Li gorî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, hejmara jin, zarok û ciwanên li welatên Ewropayê ketine nava lepên rêxistinên sûc, bi deh hezaran e.
Li gorî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, hejmara jin, zarok û ciwanên li welatên Ewropayê ketine nava lepên rêxistinên sûc, bi deh hezaran e.
Li gorî rapora komîsyonê, hejmara zarokên di salên 2013-2014'an de ketin nava lepên rêxistinên sûc ên bazirganiya mirovan dikin, zêdeyî 2 hezar 300 bû.
Di heman demê de 15 hezar 800 koçber ya bi zorê yan jî bi sozên sexte ketin nava lepên bazirganên mirovan. Yek ji çar parên van mirovan jin, ji sedî 15 jî zarok bûn.
Komîsyonê destnîşan kir, ku hejmara rastî ji vê hejmara hatiye diyarkirin, gelekî zêdetir e.
Di raporê de hat ragihandin, bazirganên mirovan koçberên tên Ewropayê bi giranî di fûhûşê de bi kar tînin û ji sedî 67 ê koçberan bi vê armancê revandine yan jî desteser kirine.
Li gorî raporê, ji sedî 21 ê mirovên dikevin nava lepên bazirganên mirovan, ji bo armancên 'li derveyî fûhûşê' tên bikaranîn. Di nava van de zewicandina bi zorê û xebitandin hene.
Li gorî qeydên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hatine kirin, beşek emzin a mexdûran ji welatên Bûlgarîstan, Macarîstan û Romanya ne. Piştî van, welatiyên Nîjerya, Çîn û Arnavûtlûkê tên.
Di rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de rexne li welatên endam tê kirni, ku li dijî vê bikaranîna ji bo fûhûşê tedbîrên têrker nagirin. Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Koç û Penaberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopoûlos der barê raporê de got, "Di sedsala 21'ê de firotina mirovan li nava Yekîtiya Ewropayê mîna eşyayekî û bi kar anîna wan, ne ji aliyê moral ve ne jî ji aliyê hiqûqê ve dikare bê qebûlkirin."