Mexdûrên Colonîa Dîgnîdad wê doza tazmînatê li Elmanyayê vekin

Mexdûrên terîqateke bi navê Colonîa Dîgnîdad a li Şîlî beriya 45 salan ji aliyê endamekî berê yê Nazî Paûl Schaefer ve hat avakirin, amadekariyan dikin ku doza tazmînatê li Elmanyayê vekin.

Terîqata bi navê Colonîa Dîgnîdad di sala 1961'ê de ji aliyê koçberên Elman ku di nav de ye ji Naziyên berê Paûl Schaefer jî hebû, li welatekî Latîn Amerîkayê Şîlî hatibû avakirin. Têkildarî vê terîqetê, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê berî hefteyekê hin belge weşandibû. Piştî eşkerekirina belgeyan, kesên ji ber terîqetê rastî îşkenceyê hatin, bi zorê hatin xebitandin û bûn hedefa îstîsmara zayendî, ji ber bêdengiya dîplomasiya Elman a di vê der barê de, wê doza tazmînatê vekin.

Li gorî rojnameya Berliner Zeitung ku nûçeya xwe dispêre endama terîqata berê ya Colonîa Anna Schnellenkamp, bi qasî 150 kes dikarin dozê vekin û tê payîn ev kes herî kêm 5 hezar Euro daxwaza tazmînatê bikin.

Ev terîqet di sala 1973'an de ji aliyê dîktatoriya leşkerî ya bi pêşengiya Aûgûsto Pînochet ve jî hat bikaranîn. Lîderê terîqetê Schaefer, tê zanîn ku ji ber skandalên pedofîlî yê li Elmayayê koç kiriye. Terîqetê xakeke ji sedan kîlometreçargoşeyî ya Şîlî xebitand û demeke dirêj xebatên weke hilberîna çekan, depokirin û îşkencekirinê ji bo dîktatoriya Pînochet meşand.

Tevî vê yekê, Colonîa Dîgnîdad, çavên xwe li pêkanînên li dijî mirovahiyê yên weke îstîsmarkirina zayendî girtibû.

Ji belgeyên hatin weşandin tê fêmkirin, ku di vê demê de Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê li pêşberî van qewimînan bêdeng maye û gelek kesên ji terîqetê reviyan e, parastiye. Helwesta dîplomatên Elman a di vî warî de, wê bandorê li daxwazên tazmînatê bike.