BI DÎMEN

Li Awûstûryayê mîtînga 'dest nede wekîlên min'

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi dirûşma "Dest nede vîna gel, dest nede wekîlên min" mîtîngek lidar xist.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi dirûşma "Dest nede vîna gel, dest nede wekîlên min" mîtîngek lidar xist.

Çalakger li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a Awûstûryayê li hev civiyan û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Cîhanê deqeyek rêz girtin.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat ragihandin, faşîzma AKP'ê qirkirina siyasî li ser gelan, baweriya Elewiyan û kedkaran ferz dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Qirkirina ku vê sîstema tekparêz û qetlîamker li Dersîm, Mşere û Sêwasê bi rengekî hovane li dijî Elewiyan kir, îro li Sûr, Silopiya, Cizîr û Colemêrgê li dijî gelê Kurd dike. Bi avêtina HDP'ê ji Meclîsê û bicihkirina DAIŞ'ê li herêmên Elewiyan ve provaya şerê navxweyî li Tirkiyeyê dike."

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin, gelek saziyan daxuyanî dan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer TC", "Bijî HDP", "Bijî têkoşîna şoreşgerî ya gelan" hatin qîrîn.

...