Di şîroveyên li çapemeniya Elman ên li ser darbeya "rakirina destnedanê" ya dîktatoriya Qesrê de bal hat kişandin ser projeya Erdogan a reveberiya yek şexsî û helwesta welatên Ewropayê, bi taybetî ya Elmanyayê bi tundî hat rexnekirin.
Mîchael Thûmann ê li malpera rojnameya Die Zeit dinivîsîne da xuyakirin, ku piştî çûyîna mezinên berê yên AKP'ê, mirovên biçûk ên bi tenê serê xwe dihejînin, li dora Erdogan man e. Nivîskar got, "Erdogan bi lez û bez Tirkiyeyê vediguherîne otokrasiya yek şexsî" û ragihand, eger Erdogan careke din neyê hilbijartin, ev sîstema hewl dide ava bike wê bi carekê ve hilweşe.
'ERDOGAN LI HEMBERÎ DEMOKRASIYÊ XETERIYEKE MEZIN E'
Nivîskarê rojnameya Neue Osnabrucker Zeitung Uwe Westdorp di nivîsa xwe de got, "Erdogan li hemberî demokrasiya li Tirkiyeyê, xeteriyeke mezin e" û destnîşan kir, ku xeyalên Erdogan ên otokratîk, ji bo Yekîtiya Ewropayê pirsgirêkeke mezin e. Westdorp da xuyakirin, ku ji bo Tirkiyeyê hînê her tişt neqediya ye û da zanîn, divê Yekîtiya Ewropa û welatên in ên Rojavayî ji têkçûna parlamenterîzm û binpêkirina mafên mirovan re bêdeng nemînin.
'DEWLETA YEK ŞEXSÎ YA LI GORÎ PSÎKOLOJIYA ERDOGAN'
Nivîskarê rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung Rainer Herrmann jî bi gotina "Dewleta yek şexsî ya li gorî psîkolojiya Erdogan" Tirkiye pênase kir. Herrmann destnîşan kir, ku Tirkiyeya nû wê ne bêhtir demokratîk û ne bêhtir azadîparêz be.
'DIVÊ EWROPA TAWÎZÊ NEDE ERDOGAN'
Ji Welt Online Silke Mulherr jî diyar kir, di dengdana dawî de mekanîzmaya nîqaş û kontrolê ya parlamentê ji holê hatiye rakirin û got, "Erdogan jî vê dixwaze: dixwaze kesekî dest li karê wî were tinebe, rexne tine be, desthilatdariyê parve neke." Mulherr got, "Divê Yekîtiya Ewropa dawîzê nede Erdogan" û da zanîn, welatên Ewropayê bi polîtîkayên xwe ve baweriya bi xwe winda kirine. Mulherr got, "Eger Ewropayî dixwazin kêm jî be baweriya bi xwe biparêzin, pêwîste vê sekna xwe ya paşverû biterikîne."
'BI GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN VE ÇARESERIYEK AŞTIYANE JI BO PIRSGIRÊKA KURD NEHAT AFIRANDIN'
Yek ji mezintirîn rojnameyên herêmî yê Elmanyayê Westdeutsche Allgemeine Zeitun (WAZ) bi rêya nivîskara xwe Veronika Hartmann ragihand, ku bi vê guhertinê re êdî çareseriyeke aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd nîne.
'YEKÎTIYA EWROPAYÊ XWE XIST NAVA REWŞEKE SÛCDARIYÊ'
Nivîskarê Spiegel Online Stefan Kuzmany bal kişand ser girîngiya destnedanê di nava burokrasiya parlamenteriyê de û destnîşan kir, ku bi rakirina destnedanê re li Tirkiyeê ber bi dîktatoriyê ve gav hatiye avêtin. Kuzmany da xuyakirin, ku Ewropa bi helwesta xwe ya bêdengiya li pêşberî Erdogan re xwe xistiye nava rewşeke sûcdariyê."