Li Elmanyayê, li ser wezîfedarkirina artêşê li nava welêt li hev hat kirin

Li Elmanyayê, di mijara wezîfedarkirina artêşê li nava welêt de, ku bi mehan e nîqaş li ser tê kirin hikûmeta koalîsyonê li hev kirin.

Li Elmanyayê, di mijara wezîfedarkirina artêşê li nava welêt de, ku bi mehan e nîqaş li ser tê kirin hikûmeta koalîsyonê li hev kirin.

Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen a ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ev pêşnûme amade kir. Di vê pêşnûmeyê de dihat xwestin, artêş li derveyî karesatên xwezayî, li nava welêt wezîfeyê bike û ev guhertin di destûra bingehîn de cih bigire.

Li gorî nûçeya rojnameya Suddeutsche Zeitung, hevparê koalîsyonê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di berdêla hin şertan de, lihevkirin qebûl kir. Li gorî vê yekê, artêşa Elman wê di demên êrîşên giran ên terorîstî de di nava sînorên welêt de karibin wezîfe bikin.

Yekîneyên artêşê wê weke alîkarê polîsan tevlî vê erkê bibin. Ji bo vê jî, di beşên li ser erk û wezîfeyên artêşê de wê hin guhertin bên kirin. Bi saya vê yekê, wê pêwîstî pê nebe ku di vî warî de destûra bingehîn bê guhertin.