Li Bexdayê rewşa awarte hat îlankirin
Çalakvanên alîgirên Sadr îro bi ser ofîsa Serokwezîrtiyê de girtin, Ebadî li Bexdayê rêveberiya awarte îlan kir, rayeya gulereşandinê da hêzên ewlehiyê.
Çalakvanên alîgirên Sadr îro bi ser ofîsa Serokwezîrtiyê de girtin, Ebadî li Bexdayê rêveberiya awarte îlan kir, rayeya gulereşandinê da hêzên ewlehiyê.
Îro piştî pêşandana bi hezaran kesî ya li Qada Tahrîrê, beşek ji çalakavanên Tevgera Sadrê ketin ‘Qada Kesk’ ku li Bexdayê xwedî ewlehiyek taybet e, Parlamentoya Iraqê dagir kirin. Piştî çalakvanan ofîsa Serokwezîr Haydar Ebadî ya li parlamenê dagir kirin, Ebadî emrê gulereşandinê da hêzên ewlehiyê.
Tê diyarkirin ku piştî destwerdanê, 4 kes hatine kuştin, herî kêm 28 kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiyên ji medyaya Iraqî, çalakvanan piştre qada kesk vala kirine û qad careke din ketiye bin kontrola hêzên ewlehiya Iraqê.
Hate hînbûn ku ji ber şerên li Bexdayê, rewşa awarte hatiye îlankirin û ketin-derketina bajêr hatine qedexekirin.