Li dijî grevên li girtîgehên Belçîkayê leşker li ser kar in
Li Belçîkayê, greva personelên girtîgehan a li hemberî kêmkirina ji ber 'reforma edaletê' ev du hefte ne dewam dike.
Li Belçîkayê, greva personelên girtîgehan a li hemberî kêmkirina ji ber 'reforma edaletê' ev du hefte ne dewam dike.
Li Belçîkayê, greva personelên girtîgehan a li hemberî kêmkirina ji ber 'reforma edaletê' ev du hefte ne dewam dike.
Di navbera Wezareta Edaletê û Sendîkayan de, lihevnekirina li ser mijara zêdekirina emrê teqawîtbûyînê yê gardiyanan û saetên kar ên mînîmûm, dewam dike. Greva personelên girtîgehan ên li hemberî kêmkirina di çarçoveya 'reforma edaletê' de tê kirin, li girtîgehên li Bruksel û Herêma Valonî rê li ber tevlîheviyê vekiriye. Girî û gazinên girtiyan her zêde dibin.
Li şûna gardiyanên di grevê de ne, karmendên federal û polîsên edlî hatine bicihkirin. Girtî doşekên xwe dişewitînin û rewşê protesto dikin. Girtî ji ber grevê nikarin xwe bişon. Dadgehê gilî û gazinên girtiyan, ku di nava şert û mercên ne însanî de tên ragirtin, mafdar dît. Dibe ku dewlet neçar bimîne, tazmînatê bide girtiyên giliyên wan ji aliyê dadgehê ve mafdar hatiye dîtin.
Ji ber ku greva ev 2 hefte ne li girtîgehên li Bruksel û herêma Valonî Wezîrê Edaletê Kon Geens û Sendîka li hev rûniştin, lê ti lihevkirin pêk nehat. Gardiyan di grevê de bi israr in. Ji ber vê yekê, ji roja Duşemê û pê ve li van girtîgehan leşker hatin wezîfedarkirin.
Leşkerên wê li girtîgehên Lantîn, Sînt-Gîllîs û Vorstê wezîfeyê bikin û wê bi tenê di bin fermana plîsên federal ên li şûna gardiyanan bi cih bûne, bi tenê xizmetên însanî bikin.
Tê gotin, wezîfedarkirina leşkeran zerarê dide hevdîtinên ji bo çareseriya mijarê.