RSF û OSCE ji bo rojnamevanên li Ûkraynayê bang kirin

Navên rojnamevanên ji bo ji komên li herêma Donbass a Ûkraynayê serxwebûn îlan kirine nûçeyan werbigirin akredîtasyon kirin, hatin eşkerekirin. Ev skandala eşkerekirina navê rojnamevanan rê li be fikaran vedike.

Navên rojnamevanên ji bo ji komên li herêma Donbass a Ûkraynayê serxwebûn îlan kirine nûçeyan werbigirin akredîtasyon kirin, hatin eşkerekirin. Ev skandala eşkerekirina navê rojnamevanan rê li be fikaran vedike. RSF û OSCE'yê ji bo rojnamevanên ku ji niha ve gef li wan tê xwarin xwest, tedbîr werin girtin.

Navên 4 hezar rojnamevanên ji bo wergirtina agahiyan li Wezareta Enformasyonê ya Komara Gel a li herêma Donetskê akredîtasyon kirin, hatin eşkerekirin. Navnîşan û nûmarayên telefonê yên van rojnamevanên di navbera salên 2014-2015'an de ji rayedarên Donetskê ji bo çêkirina nûçeyan destûr xwestibûn, di malpera bi navê Mirotwortsê de hatin weşandin. Û ev rojnamevan bi 'hevkariya terorîzmê' hatin sûcdarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hin ji rojnamevanên navên wan di vê lîsteyê de hene, rastî gefên komên neteweperest ên Ûkraynayî hatibûn. Hin ji wan jî piştî navên wan hatin weşandin, gef li wan hatin xwarin.

Rola rêveberiya navendî ya Ûkraynayê di eşkerekirina navên rojnamevanan de nayê zanîn. Dozgeriya Kîevê da zanîn, ku têkildarî eşekrekirina navên rojnamevanan lêpirsîn hatiye vekirin.

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) der barê skandalê de daxuyaniyek da û diyar kir, gefên li rojnamevanan tê xwarin 'cihê tirs û fikaran e'. Di daxuyaniyê de banga tedbîrê ji bo ewlekariya rojnamevanan hat kirin.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî ji hikûmeta Ûkraynayê xwest, li hemberî gefên li rojnamevanan tê xwarin, helwesteke zelal nîşan bide.