NASA: 1.284 gerstêrkên nû yên li derveyî rojê hatin tespîtkirin

Ji teleskopa fezayê Kepler a ji aliyê NASA ve hat şandin, agahiyên nû tên. NASA'yê diyar kir, ji stêrkên ji aliyê Kepler ve hatine dîtin, herî kêm 1.284 ji wan gerstêrk in.

Ji teleskopa fezayê Kepler a ji aliyê NASA ve hat şandin, agahiyên nû tên. NASA'yê diyar kir, ji stêrkên ji aliyê Kepler ve hatine dîtin, herî kêm 1.284 ji wan gerstêrk in.

Li gorî vê yekê, ev gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê ne ku weke exoplanet tên naskirin. Hat ragihandin, gerstêrkên bi vî rengî heta roja îro weke stêrk dihatin zanîn, lê ya rast ev gerstêrkên li derveyî Rojê ne.

Ji pisporên Zanîngeha Prînceton a li Washîngtonê Tîmothy Morton der barê gerstêrkên ji aliyê Kepler ve hatin dîtin agahî da û got, "Cara yekemîn e ku hejmareke ewçend zêde ya gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê bi carekê ve hatine tespîtkirin."

Teleskopa fezayê Kepler di 7'ê Adara 2009'an de hatibû şandin û di sala 2013'an de wezîfeya wê hatibû sekinandin. Di sala 2014'an de jî hatibû ragihandin ku ev teleskop wê ji bo lêkolîneke nû ya fezayî ya bi navê K2 bê bikaranîn.