Bîlançoya êrîşa Bexdayê giran dibe: 65 kuştî, 60 birîndar

Êrîşa li dijî taxa li paytexta Iraq Bexdayê ku wek navenda Lîderê Şîî Mûqteda Es-Sadr û kelha Tevgera Sadr tê zanîn, DAIŞ’ê girt ser xwe.

Êrîşa li dijî taxa li paytexta Iraq Bexdayê ku wek navenda Lîderê Şîî Mûqteda Es-Sadr û kelha Tevgera Sadr tê zanîn, DAIŞ’ê girt ser xwe. Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li Bazara Gel de hejmara kesên ku mirin gihişt 65’an.

Li herêma Sadr Cîty a paytexta Iraq Bexdayê, êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî pêk hat DAIŞ’ê girt ser xwe. Di hesabên medyaya civakî yên nêzî DAIŞ’ê de bal tê kişandin ku ev êrîş li hember Şîî’yên alîgirên Sadr pêk hatiye. Yên jiyana xwe ji dest dane, piranî zarok û jin in. Ji ber hin kesên di teqînê de bi giranî birîndar bibûn jî jiyana xwe ji dest dan, hejmara miriyan gihiş 65’an, hejmara birîndaran jî bû 60.

Êrîşa bombeyî bi kamyonetek ku sewze ji bazarê re dikşand pêk hat, tê gotin ku ev êrîş li gor êrîşên mehên dawî ya herî xwînrij e.

Lîderê Şîî Mûqteda Es-Sadr û Tevgera Sadr, yek ji mûxalîfên bingehîn ên Iraqê ne, di dema rejîma BAAS’ê de bi berxwedana xwe tên naskirin. Herî dawî jî Tevgera Sadrê, ji bo avakirina hikûmetek nû û têkoşîna bi nelirêtiyan bi çalakiyên bêîtîatiya sivîl ve polîtîkayên Bexdayê bandor kiribû.