Pêşnûmeya pêneewletiyê ya li dijî hikûmeta Fransî hat redkirin
Li Fransayê, pêşnûmeya pêneewletî ya ku mûxalefeta rastgir li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) da, ji ber hejmarê negirt nehat qebûlkirin.
Li Fransayê, pêşnûmeya pêneewletî ya ku mûxalefeta rastgir li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) da, ji ber hejmarê negirt nehat qebûlkirin.
Ji ber encamê dengdayinê wisa derket, Qanûna Xebatê cihê xwe saxlem kir.
Komarparêzên di pêşengiya Nîcolas Sarkozy pêşnûme da, parlamenterên Eniya Çep (FG) piştgirî kirin, bi giştî 246 deng derketin. Ji bo pêşnûma bihata qebûlkirin, ji 577 parlamenteran pêwîstî bi 289 dengan hebû.
Bi redkirina pêşnûmeyê ve bi awayekî otomatîk Qanûna Xebatê jî hate qebûlkirin. Hikûmetê fêm kiribû ku wê pêşnûmeqanûna xebatê di Meclîsa Neteweyî de neyê qebûlkirin û madeya 49.3 xistibû dewrê. Bi vê ve jî bêyî dengdayinê Qanûna Xebatê ji Meclîsa Neteweyî dabû derbaskirin.