Li Elmanyayê, di encama civîna bi beşdariya lîder û sekreterên giştî yên partiyên koalîsyonê CDU, CSU û SPD'ê de li ser hin guhertinên di Qanûna Kar de bên kirin, ku bi mehan e nîqaş li ser tê kirin, li hev hat kirin.
Wezîrê Kar Andrea Nahles ê ji SPD'ê piştî vê civîna bilind axivî û diyar kir, pêşnûme qanûna hînê li ser xebat tê meşandin û bi armanca parastina mafê karkeran tê derxistin, wê di demeke kin de bibe qanûn. Nahles da xuyakirin, ku bi vê qanûnê ve wê bi giranî li ser mafên xebatkarên demî yên weke karkerên kirêkirî tên zanîn bê rawestîn. Nahles destnîşan kir, ku wê di mijara mûçeyê wekhev di karê wekhev de, sererastkirin bên kirin.
Eger ev pêşnûme bibe qanûn, wê karkerên kirêkirî herî zêde 15 mehan li kargehekê bixebite. Karkerên kirêkirî, dema li heman kargehê 9 mehan bixebite, wê dema xwe ya piştî van 9 mehan bi mûçeyekî wekhev ê xebatkarên din, karê xwe bidomîne.
Her wiha wê bê qedexekirin, ku di dema grevê de karkerên kirêkirî li şûna karkerên ketine grevê bên bicihkirin. Bi vî rengî wê pêşî li şikandina grevan were girtin.
Di vê navberê de, di peymana koalîsyonê ya hikûmeta CDU-CSU-SPD a Kanûna 2013'an hat qebûlkirin de, li ser mijara mûçeyê wekhev ê karkerên jin-mêr, gelek sozên SPD'ê hatibûl qebûlkirin. Lê belê, tevî ku 2,5 sal di ser re derbas bûne jî ti ji van sozan bi cih nehatine anîn.
Herî dawî Wezîra Malbatê Manûela Schwesîg a SPD'yî dabû xuyakirin, ku qanûnek li ser wekheviya mûçeyên jin-mêr, zêdeyî 3 meh in li Daîreya Serokwezaretiyê ya ji aliyê CDU ve tê birêvebirin, hatiye sekinandin.