Îtalya wê 500 leşkeran bişîne Iraqê
Îtalyayê da xuyakirin, ku ji bo parastina karkerên Bendava Mûsilê sererast dikin, wê 500 leşkeran bişîne herêmê.
Îtalyayê da xuyakirin, ku ji bo parastina karkerên Bendava Mûsilê sererast dikin, wê 500 leşkeran bişîne herêmê.
Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pînottî hat serdana Bexdayê. Pînottî li vê derê da xuyakirin, ku ji bo parastina karkerên Bendava Mûsilê sererast dikin, wê 500 leşkeran bişînin herêmê.
Iraq, bi Trevî Groûp a Îtalyayê re ku dixwest bendavê tamîr bike, bi 296 mîlyon dolarî li hev kiribû. Hat ragihandin, piştî ku karê sererastkirina bendavê radestî vê şîrketa Îtalyayê hat kirin, wê leşkerên Îtalyayê biçin herêmê.