Li Kolombiyayê, ku danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 50 salan, dewam dikin civîneke bilind destpê kir. Di vê civînê de li ser paqijkirina gelemperiya welêt ji mayînan tê rawestîn. Di vê civîna ku wê heta 13'ê Gulanê bidome de mesaja "Heta welat ji mayînan neyê paqijkirin, aştî naye" derdikeve pêş.
"Forûma Global a Paqijkirina Kolombiya ji Mayînan" ku dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Rêxistina Dewletên Amerîka (OEA) jî lê amade ne, destpê kir.
Serokdewlet Jûan Manûel Santos axaftina vekirinê ya forûmê kir û da zanîn, ku piştî Afganîstanê welatê herî zêde hatiye mayinkirin Kolombiya ye. Santos diyar kir, heta roja îro li hear 100 bajarên Kolombiyayê bi qasî 700 teqîna mayînan rû daye û anî ziman, hejmara mirovên ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane 11 hezar 500 e.
Serokdewlet da xuyakirin, ku di rewşeke mayînkirî de aştî nayê welatê wî û destnîşan kir, ku ji bo paqijkirina welêt ji mayînan, rewşa aştiyê divê.
TÊ XWESTIN DI NAVA 5 SALAN DE WELAT JI MAYÎNAN BÊ PAQIJKIRIN
Santos ragihand, ji bo paqijkirina welêt ji mayînan di nava yekîneyên artêşê de 700 pispor hatine amadekirin û 5 hezar pispor jî perwerdeya xwe dewam dikin. Santos diyar kir, ev hejmar wê sala pêş bbe 10 hezar û anî ziman, ku ew dixwazin di nava 5 salên pêş de Kolombiyayê ji hemû mayînên antî-personel paqij bikin.
Tê gotin, ji bo paqijkirina Kolombiyayê ji mayînan, ji sala 2011'an û vir ve DYA'yê 60 mîlyon dolar, Norwêcê 25 mîlyon dolar û Yekîtiya Ewropayê jî 10 mîlyon dolar alîkarî dane. Civîneke din a girîng a li ser paqijkirina welatên Latîn Amerîka ji mayînan, wê bi beşdariya welatên endamê Konvansiyona Ottawa, di 28'ê Mijdarê de li Şîlî bê lidarxistin.
Li Kolombiyayê ji sala 1964'an û vir ve di şerê naxweyî de ji 220 hezar heta 260 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Danûstandinên navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de di dawiya sala 2012'an de li bajarê Havana yê Kubayê destpê kirin.
Ev danûstandin gihaştiye qonada dawî. Tê payîn danûstandinên bi rêxistineke din a şoreşger Rêxistina Rizgariya neteweyî (ELN) di demeke nêz de destpê bikin.