Li hemberî skandalên di lêpirsîna NSU de Dîe Lînke gilî kir
Di lêpirsîna Rêxistina Binê Erdê ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) ya li Elmanyayê de, pêkanînên gumanbar ên îstîxbaratê balê dikşînin.
Di lêpirsîna Rêxistina Binê Erdê ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) ya li Elmanyayê de, pêkanînên gumanbar ên îstîxbaratê balê dikşînin.
Partiya Çep (Dîe Lînke) bi hinceta 'dibe ku delîlên li ser vê rêxistina tund a rastgir hatibin windakirin' gilî kir.
Parlamentera Die Linke Martîna Renner, têkildarî bêhiqûqiyên di skandala NSU de rû dan, li Dozgeriya Berlînê gilî kir.
Renner di serlêdana xwe de rewşa Thomas R. ê weke sîxurê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) di nava NSU de bi salan cih girt û di sala 2014'an de hat îdîakirin ku ji ber diyabetê miriye, bilêv kir.
TELEFONA DESTAN PIŞTÎ 4 SALAN WEKE DELÎL HAT QEYDKIRIN
Thomas R. piştî ku di sala 2012'an de deşîfre bû, di çarçoveya bernameya prastina şahid de hatibû bicihkirin. Telefona destan a ji aliyê sîxurê bi navê kod 'Corelli' 4 mehan hat bikaranîn, heta sala 2015'an de li qaseyeke BfV dihat ragirtin û weke delîl nehatibû bikaranîn.
Lê belê ev telefona destan a di Tîrmeha 2015'an de hat dîtin û tê texmînkirin ku di hundirê de wê de gelek agahiyên li ser NSU hene, çend meh berê weke 'ya sîxurê bi navê Corelli' ye hat qeydkirin. Ev agahî di 11'ê Gulanê de ji Komîsyona Lêkolînê ya NSU ya li Meclîsê re hat ragihandin.
Tê gotin, di hundirê vê telefona ji Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) ve hatiye şandin de, tevî gelek nûmarayên komên rastgir ên tund, gelek wêne jî hene.
Parlamentera Dîe Lînke Martîna Renner da xuyakirin, qeydnekirina telefona destan a Thomas R. bi navê kod Corelli ya bi salan, cihê gumanbariyê ye.
Rêxistina NSU ku kokên wê digihêje heta salên 90'î û di destpêka salên 2000'î de ava bû, di navbera salên 2001-2007'an de ji kuştina 8 welatiyên Tirkiyeyê, welatiyekî Yewnan û polîsekî Elman berpirsyar tê dîtin.