Hilbijartinên Spanyayê: Ji Podemos û Çep a Yekbûyî hewldana tifaqê

Beriya hilbijartinên pêşwext ên li Spanyayê ku wê di 26'ê Hezîranê de pêk werin, partiyên çep ketin nava hewldana afirandina tifaqê.

Beriya hilbijartinên pêşwext ên li Spanyayê ku wê di 26'ê Hezîranê de pêk werin, partiyên çep ketin nava hewldana afirandina tifaqê. Podemos ku di hilbijartinên dawî de bû partiya sêyemîn û Çep a Yekbûyî (Izqûîerda Ûnîda) ku ji gelek partiyên çep pêk tê, ji bo pêkanîna tifaqê di nava hewldanan de ne.

Di daxuyaniya Podemos û Çep a Yekbûyî de hat ragihandin, wê mijara tevlîbûna li hilbijartinên 26'ê Hezîranê bi rengekî tifaqê, bi endamên partiyan re were nîqaşkirin. Encamên vê nîqaşa îro û sibe bê kirin, wê roja Pêncşemê ji raya giştî re bên ragihandin.

Eger Podemos û Izqûîerda Ûnîda tifaqê bikin, pêkan e di hlibijartinan de gaveke xurt bavêjin.

Di hilbijartinên giştî yên 20'ê Kanûnê de partiya mûxafazakar a Serokwezîr Marîano Rajoy Patriya Gel (PP) gelekî kêm kiribû û rêjeya dengê vê partiyê daketibû ji sedî 28,7. Partiya Sosyalîst (PSOE) a destekê dide polîtîkaya şidandina kemberê ya Yekîtiya Ewropa ji sedî 22, Podemos ji sedî 20,7 û Cîûdadanos a lîberal jî ji sedî 13,9 ê dengan stendibûn.

Rêjeya dengê Izqûîerda Ûnîda di hilbijartinên dawî de bi dest xist, ji sedî 3,7 bû. Eger ev tifaq were kirin, tê payîn ku partiyên çep partiya PSOE li dû xwe bihêlin.