Li Fransayê li dijî Qanûna Xebatê û derbeya 49.3’yan çalakî

Nerazîbûnên li hember Qanûna Xebatê ya ku Partiya Sosyalîst (PS) tevî ewqas bertekên hundirîn jî bi xebitandina madeya 49.3 a Destûra Bingehîn ve bêyî dengdayinê derbas kir, mezintir dibin.

Li Fransayê li dijî Qanûna Xebatê ya hikûmetê ku bêyî dengdayina Meclîsa Neteweyî da qebûlkirin, pêşnûmeya pênewletiyê ya mûxalefa rastgir da tê nîqaşkirin, her wiha nerazîbûnên gel jî zêde dibin. Di 8. roja çalakiyê ya li tevahî welat de, bi deh hezaran kes daketin kolanan, li gelek bajaran mabeyna polîs û çalakvanan de alozî derket.

Nerazîbûnên li hember Qanûna Xebatê ya ku Partiya Sosyalîst (PS) tevî ewqas bertekên hundirîn jî bi xebitandina madeya 49.3 a Destûra Bingehîn ve bêyî dengdayinê derbas kir, mezintir dibin. Bi banga 7 sendîkayên mezin ên welat ve gel daket kolanan, bi polîsan re gengeşî dewam dikin.

Tevî barana li gelek bajaran jî, bi hezaran kesên daketin kolanan, bi dirûşme û pankartên xwe yên li dijî qanûn û madeya 49.3’yan ve balê dikişînin.

Di çarçoveya çalakiyan de bi deh hezaran kesên li paytext Parîsê kom bûn, daxwaz kirin ku hikûmet vê qanûnê vekişîne. Piştî polîsan gelek cade girtin û kortejên çalakiyê bloke kirin, aloziyê destpê kir.

Di bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin, tê dîtin ku çalakvan li hember polîsan li ber xwe didin. Polîs hewl didin beriya bigihêje Meclîsa Neteweyî pêşiya bûyeran bigire, stasyonên metroyê girtin.

Li bajarê Nantesê jî herî kêm 2 hezar û 500 kes daketin kolanan, dema ji ber avahiya Walîtiyê derbas dibûn bi polîsan re gengeşî derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan kir.

Di pêşendanên li bajarê Toûloûse de jî polîsan 4 kes binçav kirin, piştre jî serbest berdan.

Di pêşendanên li bajarên Bordeaûx û Rennesê de polîsan xwe li gel rakişandin, çalakiya li Strasboûrgê ya di bin barana zêde zêdetirî 2 hezar kes tevlî bûn de jî bûyer derneketin.

Her wiha, hevdîtinên pêşnûmeya pênewletiyê ya ku partiyên rastgir li dijî madeya 49.3’yan ku hikûmetê bêyî dengdayinê ji Meclîsa Neteweyî qanûna xebatê dan derbaskirin pêş xistin, di saet 16.00’an de destpê kir.

Li dijî vê pêşnûme qanûna ku navê Wezîra Kar Myrîam El Khomrî wergirtiye, du mehên dawî li seranserî welêt 8 çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Wezareta Karên Hundir da xuyakirin ku di çalakiyan de 300 polîs birîndar bûne, zêdetirî hezar çalakvanî jî hatine binçavkirin.