Li Ûgandayê şopandina çalakiyên mûxalefetê li çapemeniyê hat qedexekirin
Rêveberiya Ûgandayê, li çapemeniyê qedexe kir ku çalakî û xwepêşandanên mûxalefetê bişopîne.
Rêveberiya Ûgandayê, li çapemeniyê qedexe kir ku çalakî û xwepêşandanên mûxalefetê bişopîne.
Rêveberiya Ûgandayê, li çapemeniyê qedexe kir ku çalakî û xwepêşandanên mûxalefetê bişopîne.
Mûxalefeta Ûgandayê ji meha Sibatê û vir ve dixwaze hilbijartin were nûkirin û bi vê armancê çalakiyan lidar dixe. Lê belê rayedarên Ûgandayê li çapemeniyê qedexe kir ku van çalakiyan bişopîne. Lîderê mûxalefetê Kîzza Besîgye da xuyakirin, ku ji bo Yowerî Mûsevenî yê ji sala 1986'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye bê guhertin, divê hilbijartin were kirin.
Wezîrê Ragihandinê yê Ûgandayê Jîm Mûhwezî got, "Ev qedexe di cih de dikeve meriyetê. Têkildarî organên çapemeniyê yên vê qedexeyê binpê bikin, wê ji aliyê hiqûqî ve ya pêwîst bê kirin."
Lîderê mûxalefetê Kîzza Besîgye, ji bo hilbijartinên meha Sibatê yên Yowerî Mûsevenî cara 5. hat hilbijartin bê nûkirin, bang kir. Besîgye ku partiya wî di hilbijartinan de bû duyemîn diyar kir, gelek karên nelirê di hilbijartinê de hat kirin û û xwest hilbijartin ji nû ve were kirin.