Wezîra Avhewa û Hawîrdorê ya Swêdê jî îstîfa dike
Wezîra Avhewa û Havîrdorê ya Swêdê Asa Romson jî diyar kir ku ji wezîfeya xwe wê îstîfa bike.
Wezîra Avhewa û Havîrdorê ya Swêdê Asa Romson jî diyar kir ku ji wezîfeya xwe wê îstîfa bike.
Piştî Wezîrê Bajarvanî û Avadaniyê Mehmet Kaplan ê ku destpêka meha Nîsanê ji neçarî îstîfa kir, vê carê jî Wezîra Avhewa û Havîrdorê ya Swêdê Asa Romson jî diyar kir ku ji wezîfeya xwe wê îstîfa bike.
Ji bilî Kaplan, hin şaxên partiyê ji ber têkîliyên wan bi derdorên Îslamî û AKP’ê re hene, xwestibûn ku Hevserokên Partiya Keskan Gûstav Frîdolîn û Asa Romson jî îstîfa bikin.
Kaplan, ê bi 2. Serokê Federasyona Tirk Barbaros Leylanî, Serokê Ulku Ocaklari Îlhan Şenturk û bi rêveberên komaleyên Îslamî re di heman wêneyan de di medyaya Swêdê de cih girt, neçar mabû ji wezîfeya wezaretê îstîfa bike.
Piştî îstîfaya Kaplan, niha jî bendewariyek ji bo îstîfayên rêveberên partiyê yên nêzî derdorên Îslamî û AKP’ê ne, hene. Serokê Federasyona Ciwanên Îslamî ya Swêdê Yasrî Khan û Seroka Şaxên Ciwanên li Stockholmê ya Partiya Keskan Semanûr Taşkin jî rastî zexta îstîfakirinê hatin.
Her du jî bi derdorên Îslamî û hikûmeta AKP’ê re xwedî têkîliyên germ bûn. Her duyan jî ji bo hikûmeta AKP’ê û Erdogan gotinên pesindayinê bi kar anîbûn.