Qanûna tenduristiyê ya li DYA bloke bû
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), qanûna tenduristiyê ku pêşî li xizmeta tenduristiyê ya ji bo bi deh mîlyonan mirovên xizan vedikir, ji dadgeriyê derb xwar.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), qanûna tenduristiyê ku pêşî li xizmeta tenduristiyê ya ji bo bi deh mîlyonan mirovên xizan vedikir, ji dadgeriyê derb xwar.
Dadgehek federal a li Washîngtonê, qanûna bi navê 'Obamacare' tê naskirin, ku beşek ji lêçûnên dixe stuyê dewletê, betal kir.
Dadgera Dadgeha Federal a Washîngtonê Rosemary Collyer, giliyê Komargeran mafdar dît. Dadger dijderketina Komargeran a li vê qanûnê, ku bi hinceta 'Bêyî qanûn li kongreyê bê erêkirin, bi cih hat anîn' gilî kiribûn, mafdar dît.
Li gorî qanûna 'Obamacare' dewlet beşek ji prîmên sîgorta tenduristiyê û hin ji lêçûnên tenduristiyê yên mirovên xwedî hatineyeke kêm, dida. Bi vê qanûnê ve dihat plankirin, dewlet salane tevkariye ji 17 mîlyar dolarî bike.
Dadgehê, giliyê li hemberî destpêkirina dayîna van lêçûnan bêyî erêkirina Kongreya DYA, mafdar dît. Dayîna lêçûnan wê heta serlêdana temyîzê ya rêveberiya DYA bê sekinandin.
Komargeran ev biryar weke 'serketina dewleta hiqûqê' bi nav kir. Qesra Spî jî bi daxuyaniyekê, helwesta Komargeran şermezar kir. Di daxuyaniya Qesra Spî de hat ragihandin, qanûna li ser xizmeta tenduristiyê piştgirî ji gelê Amerîkayê dîtiye û dijderketina li vê yekê 'bêşensî' ye.