Parlamenta Iraqê sibe dicive
Berdevkê çapemeniyê yê Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî Ahmet Mahcûp daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, parlamenta Iraqê wê sibe bi serokatiya Selîm Cîbûrî li hev bicive.

Berdevk Mahcûp li ser rûniştina sibe ya bi serokatiya Cîbûrî got, "Serokê Parlamentê Selîm Cîbûrî li şûna qezenckirina aliyekî, dixwaze gel qezenc bike, berjewendiyên gel û gel bi xwe bi ser keve."
Ahmet Mahcûp der barê parlamenterên ji 14'ê Nîsanê û vir ve li Parlamenta Iraqê çalakiyê lidar dixin de jî got, "Mafê parlamenteran e di çarçoveya qanûnên parlamentê de daxwazên xwe bilêv bikin."
Hatibû ragihandin ku Serokê Parlamentê Selîm Cîbûrî duh bi parlamenterên çalakger re civînek pêk anî û civîn erênî derbas bû.