Spîegel: Elmanya dixwaze li Încîrlikê bargehê ava bike
Elmanya li şûna yekîneyên xwe yên leşkerî ji Tirkiye bikşîne, tê îdîakirin ku ji bo xwe bi cih bike plan dike ku li Încîrlikê bargehê ava bike.

Li gorî îdîaya Spîegel Onlîne, ji bo yekîneyên Elman ên ji serê salê ve li Bargeha Încîrlîkê dimînin, ji bo bargehek bê ava kirin nêzî 65 milyon eûro hatiye dayîn.
Kovar îdîa dike ku li gorî çavkaniyên Wezareta Parastina Elmanyayê, ji bo xebatên pêgerên hewayî yên keşfê yên Tornado ku wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê bi kar bînin, xwecihî dibin. Di vê çarçoveyê de li Încîrlikê pîstek ya bilindbûnê, ji bo leşkeran cihê raketinê, cihê perwerdeyê û tendirûstiya lezgîn tê pilankirin.
Tê îdîa irin ku di bargeha leşkerên Elman a tê plankirin ku li Încîrlîkê bê avakirin de, cihê 400 leşkeran heye, ev jî tê wateya ku 200 leşkerên din li ser ên hene bêne zêdekirin.