Li Fransayê çalakiyên li dijî qanûna nû ya kar mezin dibin

Li gelemperiya Fransayê li dijî qanûna nû ya kar çalakî tên lidarxistin. Ev çalakî roj bi roj mezin dibin.

Li Fransayê, nerazîbûna ciwanan, sendîka û kedkaran a li dijî qanûna weke 'Qanûna Wezîra Xebatê El Khomrî' tê binavkirin, zêde dibe.

Meydana Repûblîque ya li paytext Parîsê veguheriye sembola tevgera mûxalîf a li hemberî vê qanûnê. Her êvarê saet di 18:00 de bi hezaran kes bi dirûşmên "Nuit debout", "Şev li ser piya ye"  li hev dicivin û hewl didin hikûmeta bi lîderiya Françoîs Hollande ji ya xwe vegere.

QANÛN WÊ DI 3'Ê GULANÊ DE PÊŞKÊŞÎ SENATOYÊ BÊ KIRIN

Berxwedana ku car carna li destwerdana polîsan rast tê, bi tevlîbûneke xurt dewam dike. Mezinbûna vê berxwedanê, hikûmetê dixe nava fikaran. Li meydanê forûm hatin avakirin û panel tên lidarxistin. Ji bo greva giştî ya 28'ê Nîsanê ya li gelemperiya welêt û çalakiya 1'ê Gulanê jî rêxistinbûyîneek xurt tê meşandin.

Ev qanûna bû sedema nerazîbûnên mezin, wê roja 3'ê Gulanê pêşkêşî Senatoyê bê kirin. Tê gotin, berxwedana li Meydana Repûblîqûe jî wê heta vê demê, bidome.

KURD JÎ DESTEKÊ DIDIN

Kurdistanî jî destekê didin vê çalakiyê. Endamên Ciwanên Azad ên Parîsê stand vekirin û hem destekê didin çalakiyê hem jî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên AKP/Qesr li Kurdistanê dike teşhîr bikin, belavokan belav dikin. Nûnerê Ciwanên Azad diyar kir, standa wan wê heta bidawîbûna berxwedanê vekirî be û bang li Kurdistaniyan kir, ku destekê bidin berxwedanê.