Ji bo ji xizmên mirovên di êrîşên li DYA yên tê îdîakirin bi desteka Îranê hatine kirin jiyana xwe ji dest dan, hin fonên Îranê hatibûn desteserkirin. Daxwaza radestkirina van fonan ji Îranê re hat redkirin. Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryar da, ku dema tazmînat ji hezar welatiyên DYA re were dayîn, wê hingî fonên Îranê yên hatine blokekirin serbest bên berdan.
2 mîlyar dolar tazmînata ji xizmên sivîl an jî leşkerên di êrîşên bi desteka Îranê de jiyana xwe ji dest dane hatiye dayîn, wê ji Îranê bê tezmînkirin. Dadgeha Bilind a Amerîkayê, radestkirina fonên Banka Navendî ya Îranê ku ji aliyê Serok Barack Obama û Kongreyê ve hatibû blokekirin, red kir.
Li gorî vê biryarê, fonên hatine blokekirin wê ji xizm an jî malbatên mirovên di êrîşên pêwendiya xwe bi Îranê re hene de jiyana xwe ji dest dane, bê dayîn. Dadgeha Bilind bi vî rengî biryarên tazmînatê yên dadgehên herêmî erê kir.
Di nava vê daxwaza tazmînatê de, xizmên 241 leşkerên Amerîkî yên di 23'ê Cotmeha 1983'an de li Beyrûdê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dan jî hene.