Biryara li ser tevlîbûna da Sîlva li hikûmetê careke din taloq bû

Li Brezîlyayê, pêvajoya girtina Serokdewlet Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê, dewam dike. Biryar li ser tevlîbûna serokê berê Lûla da Sîlva li hikûmetê jî tê taloqkirin.

Li Brezîlyayê, pêvajoya girtina Serokdewlet Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê, dewam dike. Biryar li ser tevlîbûna serokê berê Lûla da Sîlva li hikûmetê jî tê taloqkirin.

Dadgerên Dadgeha Bilind, biryara li ser biryarnameya wezîfedarkirina Lûla da Sîlva weke Sekrterê Kabîneyê ku ev yek wezîfeya serokwezîrtiyê ye, careke din taloq kirin. Dadgerên ku li ser îtirazên li hemberî wezîfedarkirina da Sîlva biryar nedan, ji bo rûniştina nû jî rojek diyar nekirin.

Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Lûla da Sîlva bi tevlîbûna li skandala nelirêtiya li şîrketa Petrobras hatibû sûcdarkirin û di 16'ê Adarê de Dîlma Roûsseff ew ji bo wezîfeya sekreteriya kabîneyê wezîfedar kiribû. Mûxalîfan jî dabûn xuyakirin, ku ev biryar ji bo rizgarkirina da Sîlva ji darizandinê ye û serî li dadgeriyê dabûn.

Têkildarî Dîlma Roûsseff de hatibû îdîakirin, ku ji bo di hilbijartinên 2014'an de ji nû ve were hilbijartin, di budçeya dewletê de bi zanebûn manîpulasyon kiriye û hin partiyên di nava hikûmetê de cih digirin jî li hemberî Roûsseff helwest nîşan dabûn. Di dengdaa roja Yekşemê ya li Kongreya Netweyî de biryarek hatibû qebûlkirin ku heta lêpirsîn biqede Roûsseff ji bo 6 mehan ji wezîfeyê bê girtin.

Eger Senato di 11'ê Gulanê de vê biryarê erê bike wê Roûsseff ji wezîfeyê bê girtin. Roûsseff îdîa dike ku hemû lêpirsînên li hemberî wê û partiya wê hatine vekirin, parçeyek ji 'darbeyê' ye.