Ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan, projeya 'Aghet' a ji konserên li Elmanya, Sirbîstan, Ermenîstan û Tirkiyeyê hat amadekirin. Lê belê Tirkiyeyê dest li vê projeyê werda. Hunermendên Elman nerazîbûn nîşan dan. Hunermendên Orkestra Senfonî ya Dresdenê, ku van konseran organîze dike, dan xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropa (YE) serî li ber zextên Tirkiyeyê ditewîne û bi tenê karesatê taloq dike.
Şefê Orkestra Senfonî ya Dresdenê Markûs Rîndt û hunermend Marc Sînan ji kovara Elman Der Spîegel re axivî û diyar kirin, ku projeya bi navê Aghet ji bo 'lihevhatina' gelan a bi konserên li Dresden, Stenbol, Belgrad û Erîvanê hatiye amadekirin. Hunermendan dan xuyakirin ku hikûmeta Tirk zext li Ajansa Rêvebirina Çand, Dîtbarî-Bihîzyarî û Perwerdeyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EACEA) kiriye û ji bo proje di çapemeniyê de cih negire, ketiye nava hewldanan.
Şefê Orkestra Senfonî Markûs Rîndt bibîr xist, ku Tirkiye tevkariya madî li EACEA dike û diyar kir, hikûmeta Tirk bi nedayîna para xwe ya tevkariyê û qedandina muzakereyên endametiyê gef xwariye.
Marc Sînan jî da xuyakirin ku helwesta pasîf a Yekîtiya Ewropayê, karesatên ji aliyê rêveberiya otorîter a li Tirkiyeyê ve tê afirandin bi tenê taloq dike û destnîşan kir, ku ev yek wê bibe sedem, karesata rû bide mezintir be.
Sînan da zanîn, ku divê zextên li hemberî Kurdan, zextên lihemberî mûxalîfan, otorîtebûyîn û herikîna penaberan ber bi Ewropayê ve weke karesatên Tirkiyeyê rê li ber vekiriye bê dîtin.