WWF lîsteya şîrketên gefê li herêmên eko dixwin weşand

Li Fransayê, bi beşdariya hikûmetê û rêxistinên hawirdorê 5. Konferansa Hawirdorê hat lidarxistin. Balkêş e di nava şîrketên herî zêde zerarê didin 35 herêmên girîng ên eko, herî kêm 25 şîrketên Fransayê hene.

Li Fransayê, bi beşdariya hikûmetê û rêxistinên hawirdorê 5. Konferansa Hawirdorê hat lidarxistin. Balkêş e di nava şîrketên herî zêde zerarê didin 35 herêmên girîng ên eko, herî kêm 25 şîrketên Fransayê hene.

Konferansa Hawirdorê ku ji sala 2012'an dema destpêkirina wezîfeya Serokkoma Françoîs Hollande û vir ve tê lidarxistin, îsal a 4. pêk hat. Di konferansê de rêxistinên hawirdorparêz, polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî hawirdor û avhewayê rexne kirin. Bi wesîleya konferansê raporek hat weşandin.

Di rapora ji aliyê Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) Şaxê Fransayê de, navê şîrketên herî zêde zerarê didin 35 herêmên girîng ên hevsengiya ekolojîk diparêzin.

Di vê 'Lîsteya Reş' de piraniya wan şîrketên li sektora xwarinê, navê bi qasî 500 şîrketan hat weşandin. Balkêş e di vê lîsteyê de hejmara şîrketên ji DYA û hejmara şîrketên ji Fransayê ku li gorî DYA ji aliyê nifûsê ve yek ji pênc paran e, bi qasî hev e.

Di raporê de 25 şîrketên Fransayê cih girtin. Şîrketên Careefoûr, Aûchan, Casînor, Leclerc, Systême Û û Danone weke şîrketên sereke yên zerarê didin eko sîstemê hatin nîşandan.

Hat ragihandin, şîrketa petrolê ya Fransayê Total salê 50 hezar ton rûnê palma hildiberîne û hat destnîşankirin, ku hin ji van şîrketan bi deh hezaran daran tine dikin. Di lîsteyê de şîrketên bi navê Les Moûsqûetaîres, Sodexo, Boûygûes, L'Oreal, Bollore, Mîchelîn û Vîncî jî hene.