Di azadiya çapemeniyê de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151. de ye

Li gorî rapora sala 2016'an a rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151. de ye. Li gorî par, Tirkiye bi du rêzên din li paş ket.

Rojnamevanên Sînornenas rapora Azadiya Çapemeniyê li Cîhanê ya sala 2016'an eşkere kir. Rapor li paytexta DYA Washîngtonê hat eşkerekirin. Li gorî raporê, ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 151. de ye. Li gorî par, Tirkiye bi du rêzên din li paş ket.

Rapor ji aliyê Dîrektora DYA ya rêxistina Rojnamevanên Sînorneas Dephîne Halgand ve hat eşkerekirin. Di rêza li nava raporê de Tirkiye, Tacîkîstan û Komara Kongo ya Demokratîk li pey hev tên.

Di raporê de hat ragihandin, ku ya bû sedema paşdeçûna Tirkiyeyê, şerê li Sûriyeyê û têkoşîna li hemberî serhildêrên Kurd e. Di raporê de ev rexne li rêveberiya Tirk hatin kir: "Rêveberiya otorîter a Serokkomar Tayyîp Erdogan ku gav bi gav mezin dibe û paranoya rêveberan, rewşa derizandî ya li nava civakê, mezintir dike."

Li gorî raporê, welatên ku herî zêde çapemenî lê azad in Fînlandiya, Hollanda û Norwêc in. DYA ku par di rêza 49. de bû, îsal cihê xwe di rêza 41. de girt.

Di sê rêzên herî dawî yên lîsteyê de Turkmenîstan, Koreya Bakur û Erître cih digirin.