Di danûstandinên Yemenê de pêşketin nîne

Ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê ku di nava 13 mehan de rê li ber mirina 6 hezar 500 kesî vekir, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Qûweytê muzakereyan destpê kirin. Danûstandin di roja sêyemîn de ye.

Ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê ku di nava 13 mehan de rê li ber mirina 6 hezar 500 kesî vekir, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Qûweytê muzakereyan destpê kirin. Danûstandin di roja sêyemîn de ye, lê belê tê gotin, 'pêşketineke gelekî kêm' heye.

Danûstandinên li Qûweytê bi rêveberiya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet Îsmaîl Oûld Şêx Ahmed tê lidarxistin û heyeta ji aliyê Serokdewlet Mansûr Hadî ve hatiye wezîfedarkirin, milîsên Hûsî yên Şîa û hevalbendên wan tevlî dibin.

Di dawiya roja sêyemîn a danûstandinan de Nûnerê Taybet ê NY Şêx Ahmed ti daxuyanî neda, lê ji her du aliyan gazinan dike ku li gorî agirbestê tevnagerin. Çavkaniyên hikûmetê dan xuyakirin ku bi tenê di 22'ê Nîsanê de agirbest 260 caran hat binpêkirin û Hûsiyan sûcdar dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî heyetên danûstandinan hatine bidestxistin, di hevdîtinên duh de pêşketinek nîne. Çavkaniyan diyar kirin, alî ji pozîsyonên xwe tawîzê nadin, lewma pêşketin nîne.

Di şerê navxweyî yê li Yemenê de milîsên Hûsî û hêzên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh ê bi wan re tifaq kirin, bi pêş de çûbûn û par tevî paytext Sanaa bajarê Aden ê li başûrê welêt bi dest xistibûn. Li ser vê rewşa di Adara 2015'an de qewimî, koalîsyona ji welatên Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî tevî şerê li Yemenê bûbû.

Paytext Sanaa hînê di destê Hûsiyan de ye. Li bajarê Taîzê jî şer dewam dike. Li bajarê Adenê jî, ku yekîneyên hikûmetê ji Hûsiyan stendin, di navbera yekîneyên hikûmetê û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.

Li bajarê El Mûkalla û derdora wê ku pêncemîn bajarê herî mezin ê Yemenê ye, di destê El Qaîdeya Yemenê de ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, piştî ku Erebîstana Siûdî tevlî vî şerî bû, ji Adara 2015'an û vir ve 6 hezar 400 kesî jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 2,8 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne, ji sedî 80 ê nifûsa 26 mîlyon mirovên li Yemenê pêwîstiya xwe bi alîkariya însanî hene.