CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fransa hewl dide hejmara santralên nukleerî zêde bike
Enerjiya nukleerê ku li cîhanê dibe sedema nerazîbûnên zêde û weke xeteriyeke mezin tê dîtin, hîn bêhtir bala Fransayê dikişîne. Fransayê ragihand, ku ew ê hejmara santralên xwe zêde bike. -
Drama penaberiyê ne li Ewropayê li Dadaabê tê jiyîn
Welatên Ewropa pirsgirêka bi sed hezaran penaberên hatine yan jî wê bên vê parzemînê nîqaş dikin. Lê li Kenyayê, li kampa herî mezin a cîhanê ku 350 hezar penaber lê dijîn, pirsgirêkek cidî ya xwarinê heye. -
Li Fransayê pêşnûme Qanûna Xebitînê hat protestokirin
Li Fransayê bi sed hezaran kesî li dijî Qanûna Xebitînê ya ku hikûmetê xwest derxîne daketin qadan, ji bo daxwaza paşdekişandina pêşnûmeyê bi dengekî bilind qîr kirin. -
Amnesty ji bo xebatkarên biyanî yên li Qatarê rexneyên tund li FIFA'yê kir
Binpêkirina mafên mirovan ên li Qatarê li hemberî karkerên biyanî yên ji bo organîzasyona Kûpa Cîhanê ya 2022'an dixebitin, her di rojevê de ye. -
Li Fransayê li dijî Qanûna Kar roja çalakiyê
Li Fransayê, xebatkar û xwendekarên lîse û zanîngehê, li dijî Pêşnûmeqanûna Kar a bi hefteyan e di rojevê de ye, îro dadikevin kolanan. -
Hikûmeta Kolombiyayê wê bi ELN re li dora maseya danûstandinê rûnê
Hikûmeta Kolombiyayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ew ê di rojên pêş de bi Artêşa Azadiya Neteweyî (ELN) re dest bi hevdîtinan bike. -
Îtalyayê têkildarî Shellê lêpirsîna nelirêtiyê vekir
Serdozgeriya Mîlano, têkildarî şîrketa hevpar a Îngilîstanê û Hollandayê Shell, lêpirsîn da destpêkirin. -
Agahî ji mirovên ji aliyê Boko Haram ve hatine revandin nayê wergirtin
Ji 500 jin û zarokên di sala 2014'an de li herêma Damasak a Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin, agahî nayê wergirtin. -
Erdogan li DYA hat şermezarkirin: Dizek, kujer, dîktator
Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo tevlî Civîna Bilind a Ewlekariya Nukleerê bibe hat paytexta DYA Washîngtonê. -
Karê ji bo tespîtkirina nasnameya qurbaniyên li Brukselê dewam dike
Rayedarên Belçîkî, hefteyek piştî êrîşên 22'ê Adarê dan xuyakirin, ku di êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Oxfam: Welatên dewlemend di mijara penaberan de bi berpirsyariya xwe ranabin
Rêxistina civaka sivîl a Îngilîz Oxfam ragihand, welatên dewlemend di mijara drama penaberên Sûriyeyê de bi berpirsyariya xwe ranabin. -
Balafiran ji 81 rêwiyan hat revandin
Balafira rêwiyan a Rêyên Hewayî yên Misirê, tevî 81 rêwiyên xwe hat revandin. Balafir daxistin Balafirgeha Larnaka ya Qibrisê. -
Wezîrê berê: Pêşnûme Qanûna Kar bi kêrî 'karsazan' tê
Pêşnûme Qanûna Kar a li Fransayê rê li ber çalakiyên protestoyî û nerazîbûnan vekir, bi hin guhertinan re îro dikeve rojeva parlamentê. -
Ji ber dîmenê pêkenî yê rexneyê li Erdogan dike, bang li Sefîrê Elman hatiye kirin
Tayyîp Erdogan ê di rojên dawî de êrîşî dîplomatên welatên rojavayî dike, derket holê, ku ji ber straneke rexneyê lê dike, bi rêya Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Elmanyayê kiriye û 'hesap' daye pirsîn. -
Xaça Sor a Elman: Ji bo penaberan dildar û xebatkar wê têre nekin
Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan xwe lê girtin, xebatkar û dildar têra alîkariya bi penaberan re nakin. -
Vegerandina Palmîra li rewşa xwe ya berê, wê ne karekî hêsan be
Cîhan pê kêfxweş e ku bajarê antîk Palmîra yê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Rayedarên Sûriyeyî îdîa dikin, ku ew dikarin bajarê kevnare li rewşa xwe ya berê vegerînin. -
Li Waşîntonê dengê çekan
Li paytexta DYE Waşîntonê li navenda pêşwazîkirina turîstan dengê çekan bilind bû. -
Hejmara kesên di komkujiya Brukselê de jiyana xwe ji dest dan bû 35
Hejmara kesên di komkujiya DAIŞ'ê ya 22'ê Adarê li Balafirgeha Zaventem û stasyona metro ya Maelbeekê jiyana xwe ji dest dan, bû 35 kes. -
Obama wê bi Erdogan re rûnenê
Rojnameya Wall Street Joûrnal (WSJ) a li Amerîkayê tê weşandin ragihand, Obama wê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûnenê. -
Sadr ji bo destekkirina reformxwazan dest bi çalakiya rûniştinê kir
Lîderê Eniya Sadr a Şîa Muqteda El Sadr, ji bo destekê bide çalakgerên reformê dixwazin, li herêma kes kon veda û dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
Li Pakîstanê êrîşa xwekujî: 53 mirî, 100 birîndar
Di êrîşa xwekujî ya li lûnaparkek li paytexta eyaleta Pencap Lahor a Pakîstanê de li gor agahiyên destpêkê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Sûriyeyê bajarê Palmîra kontrol kir
Hat ragihandin, artêşa Sûriyeyê bajarê Palmîra yê dîrokî ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxistiye. -
Kesekî ji çeteyan re belgeya sexte amade dikir li Îtalyayê hat girtin
Hat ragihandin, kesekî ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîs û Brukselê komkujî kirin re nasname û pasaportên sexte amade dikir, li Îtalyayê hatiye girtin. -
Li eyaletên Alaska û Washîngtonê Sanders li pêş e
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), beriya hilbijartinên meha Mijdarê, pêşbirka pêş hilbijartinê ya li nava Partiya Demokrat, dewam dike. -
Lufthansa Technîk wê bi hezaran karkerên xwe ji kar derxîne
Şîrketa Elman Lufthansa ku ev 2 sal in bi greva pîlotên xwe re her di rojevê de ye, amadekariyan dike ku bi hezaran karkerên xwe ji kar derxîne û mûçeyan kêm bike.