Lufthansa Technîk wê bi hezaran karkerên xwe ji kar derxîne
Şîrketa Elman Lufthansa ku ev 2 sal in bi greva pîlotên xwe re her di rojevê de ye, amadekariyan dike ku bi hezaran karkerên xwe ji kar derxîne û mûçeyan kêm bike.

Li gorî nûçeya di kovara Der Spîegel de hat weşandin, li navenda Lufthansa Technîk a li bajarê Hambûrgê wê herî kêm 2 hezar 100 xebatkar ji kar bên derxistin. Li gorî îdîayê, 400 karkerên li beşa revîzyonê wezîfedar û 1.700 karkerên li kontrola motoran dixebitin, wê ji kar bên derxistin.
Tevî derxistina ji kar, Lufthansa her wiha plan dike hin tedbîrên din jî werbigire. Li gorî vê yekê wê mûçeyê xebatkaran bê kêmkirin, mehaneya ji bo Noelê tê dayîn were rakirin û roja Yekşemê jî 24 saetan xizmet were dayîn.
Li gorî nûçeyê Dîrektorê Lufthansa Carsten Spohr plan dike ku 600 karkerên li lênêrîna li motorê, ji kar werin derxistin.
Tê gotin, ku şîrket dixwaze karê servîsê û lênêrîna motorê li welatên hêza kar lê erzan e, bimeşîne. Di vê çarçoveyê de tê gotin, ku servîsa lênêrînê wê li bajarê Polonya Kattowîtzê bê çêkirin.
Berdevkekî Lufthansa li ser pirsa têkildarî îdîaya Spîegel got, "şîrket ji ber ku parçeyekî hevrikiya navneteweyî ye, xwedî planeke ji nû ve avakirinê ye."