Li Fransayê li dijî Qanûna Kar roja çalakiyê
Li Fransayê, xebatkar û xwendekarên lîse û zanîngehê, li dijî Pêşnûmeqanûna Kar a bi hefteyan e di rojevê de ye, îro dadikevin kolanan.
Li Fransayê, xebatkar û xwendekarên lîse û zanîngehê, li dijî Pêşnûmeqanûna Kar a bi hefteyan e di rojevê de ye, îro dadikevin kolanan.
Li Fransayê, xebatkar û xwendekarên lîse û zanîngehê, li dijî Pêşnûmeqanûna Kar a bi hefteyan e di rojevê de ye, îro dadikevin kolanan. Li gelek bajaran xwendekar danê sibehê ketin nava tevgerê û avahiyên hîndekariyê bloke kirin.
Pêşnûmeqanûna kar a bi navê Wezîrê Kar a Partiya Sosyalîst Myrîam el Khomrî hat amadekirin, li ser nerazîbûna sendîkayên çep ji hin aliyan ve hat guhertin, lê vê guhertinê têra kêmkirina nerazîbûnan nekir. Li ser banga yekîtiyên sendîka û xwendkaran, tê payîn îro xwepêşandanên ji çalakiyên 9'ê Adarê xurtir pêk werin.
Danê sibehê gelek avahiyên lîseyê ji aliyê xwendekaran ve hatin blokekirin. Li Roûenê xebatkaran pira Flaûbertê li çûn û hatinê girtin. Ji ber çalakiyan xizmeta wesayîtên girseyî qels bû. Li ser rêyên cuda yên li herêma Ile-de-France ya ser bi Parîsê, rêzên ji 300 kîlometreyî çêbûn.