Tayyîp Erdogan ê di rojên dawî de êrîşî dîplomatên welatên rojavayî dike, derket holê, ku ji ber straneke rexneyê lê dike, bi rêya Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Elmanyayê kiriye û 'hesap' daye pirsîn.
Li gorî nûçeya Spîegel Onlîne, ji ber strana pêkenî ya Erdogan rexne dike û çend hefte beriya niha di qenala NDR a Elman de hat weşandin, Wezareta Karên Derve ya Tirk bang li Sefîrê Bilind ê Elmanya yê li Enqereyê kiriye.
Di nûçeyê de hat ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Tirk roja Sêşemê bang li Sefîrê Bilind Erdmann kiriye û ev strana di medya civakî de bû fenomen, di vê hevdîtinê de hatiye rojevê. Di nûçeya Spîegelê de hat destnîşankirin, ku Sefîrê Bilind ji ber 'sedemên dostane' nehatiye vexwendin û 'hesab' jê hatiye pirsîn.
Tê gotin di vê hevdîtinê de Wezareta Karên Derve, ji ber strana 2 deqeyan a bi navê 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' a li bernameya 'extra 3' hat weşandin, 'nerazîbûna xwe' ragihandiye û îdîa kiriye ku stran 'heqaretê' li Erdogan dike.
Di vê strana pêkenî ya li televîzyona NDR hat weşandin de polîtîkayên zordar ên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li hemberî medyayê, jinan, Kurdan û derdorên mûxalîf hat rexnekirin.