Amnesty ji bo xebatkarên biyanî yên li Qatarê rexneyên tund li FIFA'yê kir

Binpêkirina mafên mirovan ên li Qatarê li hemberî karkerên biyanî yên ji bo organîzasyona Kûpa Cîhanê ya 2022'an dixebitin, her di rojevê de ye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) binpêkirina mafên xebatkarên biyanî yên li Qatarê, ji raya giştî re eşkere kir. Rêxistina Efûyê ji ber van binpêkirinan bi zimanekî tund FIFA rexne kir.

Hat xwestin, ku zext li hikûmeta Qatarê were kirin, ji bo mafên kedkarên di çêkirina rê û stadyûmên ji bo Kûpa Cîhanê de dixebitin bê dayîn, bikeve nava tevgerê. 

Amnesty di daxuyaniya xwe de ragihand, mirovên di înşaetên li Qatarê yên ji bo Kûpa Cîhanê ya 2022'an tên xebitandin, di berdêla mûçeyekî kêm de tên xebitandin, heqdestên wan bi derengî tên dayîn û gelek karsaz derketina derveyî welat li xebatkarên biyanî qedexe kirine.

Amensty da zanîn, ku bi tenê ji serlêdanên li wan hatine kirin hatiye tespîtkirin mafên bi sedan mriovan hatine binpêkirin û diyar kir, piraniya van xebatkarên mafen wan tên binpêkirin ji welatên Başûrê Asyayê ne.

Amnesty destnîşan kir, Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) li pêşberî van binpêkirinên mafên mirovan bi 'xemsarî' tevdigere û bêdengiya FIFA'yê ya li hemberî hikûmeta Qatarê rexne kir.