Hikûmeta Kolombiyayê wê bi ELN re li dora maseya danûstandinê rûnê

Hikûmeta Kolombiyayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ew ê di rojên pêş de bi Artêşa Azadiya Neteweyî (ELN) re dest bi hevdîtinan bike.

Hikûmeta Kolombiyayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ew ê di rojên pêş de bi Artêşa Azadiya Neteweyî (ELN) re dest bi hevdîtinan bike.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos got, "Em îro hîn bêhtir nêzî bidawîbûna nakokiyên çekdarî ne."

FARC a ku bi hikûmeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê dike, pêkhatina hevdîtinên navbera hikûmetê û ELN'ê weke rewşeke dîrokî pênase kir. Ji rayedarên FARC'ê Îvan Marqûez got, "Du maseyên danûstandinan, yek armanc: Aştî."

Bi FARC'ê re li Kubayê danûstandin dewam dike. Danûstandinên bi ELN re wê li Ekvatorê bên meşandin. Lê belê dema destpêkirinê ne diyar e.

Di daxuyaniya Santos de hat gotin, "Hevdîtinên me yên bi ELN re wê ji hevdîtinên bi FARC'ê re cuda bin. Ji ber ku her du rêxistin ji hev cuda ne."

Santos da zanîn, li şûna meşandina danûstandinên li dora maseyê bi demdirêjî, wê bi tevlîbûna rêxistinên sivîl kar were meşandin.