Erdogan li DYA hat şermezarkirin: Dizek, kujer, dîktator
Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo tevlî Civîna Bilind a Ewlekariya Nukleerê bibe hat paytexta DYA Washîngtonê.
Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo tevlî Civîna Bilind a Ewlekariya Nukleerê bibe hat paytexta DYA Washîngtonê.
Erdogan li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Karên Derve ve hat pêşwazîkirin û li ber otela lê bimîne hat şermezarkirin.
Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo tevlî Civîna Bilind a Ewlekariya Nukleerê bibe hat paytexta DYA Washîngtonê. Li balafirgehê, ti ji rayedarên DYA'yî Erdogan pêşwazî nekir. Erdogan ji aliyê wezîrê xwe yê karên derve Mevlut Çavûşoglû û Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê Serdar Kiliç ve hat pêşwazîkirin.
Li ber otela Erdoga lê bimîne jî, çalakiyeke protestoyî hebû. Komê bi qîrîna dirûşmên "Dizek, kujer, dîktator" Erdogan protesto kir.
Di vê navberê de Qesra Spî ragihand, ku Obama wê bi Erdogan re hevdîtineke fermî neke. Di daxuyaniya Qesra Spî de hat gotin her du şexs wê bi rengêı inteact (li goşeyekê li ser piyan sohbetê bikin) hev bibînin.
Di vê navberê de, di dema ku Erdogan diçû DYA de, Pentagonê ferman da ku malbatên 770 leşkerên wan ên li Încîrlîk û du baregehên din ên li Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê derkevin.