Xaça Sor a Elman: Ji bo penaberan dildar û xebatkar wê têre nekin

Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan xwe lê girtin, xebatkar û dildar têra alîkariya bi penaberan re nakin.

Li Elmanyayê, ku par bi sed hezaran penaberan xwe lê girtin, xebatkar û dildar têra alîkariya bi penaberan re nakin. Rêxistina Xaça Sor a Elman, ji ber zêdebûna herikîna penaberan di mehên bihar û havînê de, banga alîkariyê li rêveberiyên eyaletan û karsazan kir.

Serokê Rêxistina Xaça Sor a Elman (DRK) Rûdolf Seîters ji ajansa nûçeyan DPA re axivî û anî ziman, 25 hezar xebatkar û dildar wê têrê xizmeta ji bo penaberan nekin. Seîters da xuyakirin, ku ji bo xizmet ji penaberên di mehên bihar û havînê de bên, pêwîstî bi hîn bêhtir bi dildaran heye û banga alîkariyê li rêveberiyên eyaletan kir.

Li gorî agahiyê ji aliyê Serokê DRK ve hat dayîn, li Elmanyayê ji bo penaberan bi giştî 490 hezar navendên alîkariya lezgîn hene. Li van deran xizmet ji 141 hezar penaberan re tê dayîn. Lê belê kapasîteya van navendan 160 hezar e, lewma nikare penaberên di mehên pêş de werin, rake.

DRK diyar kir, wargehên wan ên rawestînê yên li komunên Erdîng û Feldkîrchen ên ser bi eyaleta Bavyerayê, dibe ku di dema pêş de bi temamî tijî bibin.

Seîters da zanîn, ku hejmara penaberên di mehên bihar û havînê de werin welêt dibe ku ji bendewariyan zêdetir be, lewma karekî girantir li pêşiya dildaran û xebatkaran e. Seîters ji ber vê yekê bang li hikûmetên eyaletan kir û xwest, alîkariyê bidin wan.

Serokê DRK bang li kargehên dildarên lê dixebitin kir, ku hîn bêhtir derfetê bidin dildaran ji bo karibin xizmetê bidin penaberan û vê yekê ji mûçeyên wan nebirin.