Li Fransayê pêşnûme Qanûna Xebitînê hat protestokirin

Li Fransayê bi sed hezaran kesî li dijî Qanûna Xebitînê ya ku hikûmetê xwest derxîne daketin qadan, ji bo daxwaza paşdekişandina pêşnûmeyê bi dengekî bilind qîr kirin.

Li Fransayê bi sed hezaran kesî li dijî Qanûna Xebitînê ya ku hikûmetê xwest derxîne daketin qadan, ji bo daxwaza paşdekişandina pêşnûmeyê bi dengekî bilind qîr kirin. Di xwepêşandanên li gelek bajaran de pevçûn derketin.

Sendîkayên Çep li ser banga CGT û FO û tevgera xwendekaran a li paytext Parîsê, li 40 bajarên mezin xwepêşandan destpê kirin. Li gorî polîsan ji derveyî Parîs li 40 bajaran beşdarbûn 153 hezar in, sendîkayan ev jimarê hê zêdetir dibêjin.

Hat diyarkirin ku jimara beşdarvanên ku beşdarî çalakiya îro bûne ji ya 9’ê Adarê pir û pir zêdetir e. Li gorî agahiyên polîsan, beşdarvanên 9’ê Adarê 225 hezar bûn, li gorî sedîkavanan jî jimar di navbera 450 hezar û 500 hezaran de bûn.

Hat dîtin ku li paytext Parîsê tevî baranê jî jimara beşdarvanan hê zêdetir bû, rawestgehên metroyan jî ji beşdarvanên çalakiyê tijî bûn.

Xwepêşandan li dijî pêşnûme Qanûna Xebitînê bê guherîn pêş ketin, niha daxwaz ew e ku pêşnûme bi tevahî bê guhertin.

Endamên koma Komînîstan ên li pêşiya avahiya Senatoyê bi armanca piştgirîkirina sed hezar kesan pankartên “Ji bo Qanûna Xebitînê, Na, Sipas... Pêşnûmeyê paşve bikişînin” vekirin. Ev çalakî li pêşiya Senatoyê weke çalakiya yekem bal kişand.

Li aliyê din di dema çalakiyê de li gelek bajaran talankirin destpê kirin, li gelek cihan jî bi polîsan re pevçûn qewimîn.

Li Marsîlyayê deh hezaran kesî çalakî li dar xistin û ji ber polîsan xwestin mudaxeleyî çalakiyê bikin, pevçûn derketin. Di pevçûnan de 3 polîs û gelek kes birîndar bûn, 2 çalakvan jî hatin binçavkirin.

Li bajarê Brestê jî çalakiya dagirkirina şaredariyê hat lidarxistin û piştre bi Serokê Şaredariyê re hevditinek pêk hat.

Li bajarê Rouenê jî di çalakiyê de di navbera polîsan û çalakvanan de pevçûn derketin. Li ser êrîşa polîsan jî çalakvanan dest ji çalakiya xwe bernedan û daxwaza xwe a pêşnûme qanûn were kişandin dûbare kirin.

Li bajarê Gueretê yê wîlayeta Creusê jî di kolana avahiya Partiya Sosyalîst de li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin.