Oxfam: Welatên dewlemend di mijara penaberan de bi berpirsyariya xwe ranabin

Rêxistina civaka sivîl a Îngilîz Oxfam ragihand, welatên dewlemend di mijara drama penaberên Sûriyeyê de bi berpirsyariya xwe ranabin.

Rêxistina civaka sivîl a Îngilîz Oxfam ragihand, welatên dewlemend di mijara drama penaberên Sûriyeyê de bi berpirsyariya xwe ranabin.

Oxfamê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da ku welatên dewlemend 5 mîlyon penaberên ji Sûriyeyê bi hevsengî belav nekirine û xwest, her welat bi qasî ji sedî 10 ê 4,8 mîlyon penaberan qebûl bikin.

Oxfamê da zanîn, welatên dewlemend heta niha 67 hezar 100 kes li welatên xwe bi cih kirine.

Oxfamê beriya civîna Netweyên Yekbûyî ya îro li Cenevreyê bê lidarxistin rapora xwe eşkere kir û ragihand, divê Kanada, Elmanya û Norwêc ji bo penaberan hîn bêhtir bikevin nava hewldanan.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin, ku divê Awûstralya, Fînlandiya, Îzlanda, Swêd û Zelanda Nû karê heta niha di mijara penaberan de kirine, hîn bêhtir bikin. Her wiha 20 welatên din jî hatin rexnekirin.