Kesekî ji çeteyan re belgeya sexte amade dikir li Îtalyayê hat girtin

Hat ragihandin, kesekî ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîs û Brukselê komkujî kirin re nasname û pasaportên sexte amade dikir, li Îtalyayê hatiye girtin.

Hat ragihandin, kesekî ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîs û Brukselê komkujî kirin re nasname û pasaportên sexte amade dikir, li Îtalyayê hatiye girtin.

Li gorî nûçeya ajansa AGI, welatiyekî Cezayîrî yê 40 salî, ku otorîteyên Belçîkayê têkildarî wî fermana girtinê derxist, li başûrê Îtalya bajarê bellîzzî hat binçavkirin.

Tê gotin ev kesê hatiye binçavkirin, ji ber nasname û pasaportên sexte ji koçberan re derdixîst lê dihat gerîn û ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Parîs û Brukselê komkujî kirin re belgeyên sexte amade kiriye.

Hat ragihand, ev bazirganê mirovan ê welatiyê Cezayîrî, dema ji bo dirêjkirina belgeya rûniştinê serî li polîsê Îtalyayê da, ji ber navê kesê ji 6'ê Çileyê û vir ve rayedarên Belçîkî lê digere dişibin hev, bala polîsên Îtalyayê kişanibû.

Navê kesê hat kirin, di belgeyên di operasyonên Cotmeha 2015'an ê li semta Saît-Gîlles a li Brukselê derbas dibû. Di heman lêgerînê de wêneyên endamên DAIŞ'ê yên di 13'ê Mijdarê de li Parîsê, di 22'ê Adarê de jî li Brukselê komkujî kirin, hatibûn dîtin.

Polîsên Îtalyayê niha lêkolîn dike ku çi karê vî kesî li bajarê Bellîzzî yê herêma Salerne hebû, ku li van deran bû.