Wezîrê berê: Pêşnûme Qanûna Kar bi kêrî 'karsazan' tê

Pêşnûme Qanûna Kar a li Fransayê rê li ber çalakiyên protestoyî û nerazîbûnan vekir, bi hin guhertinan re îro dikeve rojeva parlamentê.

Pêşnûme Qanûna Kar a li Fransayê rê li ber çalakiyên protestoyî û nerazîbûnan vekir, bi hin guhertinan re îro dikeve rojeva parlamentê. Lê belê Wezîrê Kar ê berê yê partiya desthilatdar diyar kir, ku qanûn tevî guhertinên hatiye kirin jî bi kêrî 'karsazan' tê.

Pêşnûme qanûna ji aliyê Wezîra Kar Myrîam el Khomrî ya ji Partiya Sosyalîst ve hat amadekirin, ji ber protestoyên zêde, hinekî hat guhertin. Lê belê, tê gotin pêşnûme qanûn bi van guhertinan re jî ne ya qebûlkirinê ye.

Şaredarê bajarê Dijonê Françoîs Rebsamen ê beriya El Khomrî wezîfeya Wezaretiya Kar meşand, da zanîn ku divê hînê gelek xalên pêşnûme qanûnê werin guhertin. Wezîrê berê bi taybetî xalên derxistina ji kar ên pêşnûmeyê rexne kir.

Françoîs Rebsamen da zanîn, ku ji bo pêşî li derxistina ji kar a bi bahaneya kêmbûna cîro ya şîrketan bê girtin, divê cîroyên şaxên şîrketan ên li derveyî welat jî bên hesibandin. Rebsamen diyar kir, qet nebe divê şaxên şîrketan ên li Ewropayê werin nirxandin.

Wezîrê berê ragihand, ku ew ê qanûnîbûna pêşnûmeyeke bi vî rengî bi ti awayî qebûl neke.

Li hemberî Pêşnûme Qanûna Kar a nû, ku di meha Sibatê de ji raya giştî re hatibû ragihandin, bi sed hezaran kes li Fransayê herikîbûn kolanan. Bi pêşnûmeyê re derxistina ji kar tê hêsankirin û di 'rewşên awarte' de tê ferzkirin ku heftane ji 48 heta 60 saetan karker bixebitin.