Balafiran ji 81 rêwiyan hat revandin
Balafira rêwiyan a Rêyên Hewayî yên Misirê, tevî 81 rêwiyên xwe hat revandin. Balafir daxistin Balafirgeha Larnaka ya Qibrisê.
Balafira rêwiyan a Rêyên Hewayî yên Misirê, tevî 81 rêwiyên xwe hat revandin. Balafir daxistin Balafirgeha Larnaka ya Qibrisê.
Balafira rêwiyan a bi tîpa Aîrbûs 320 a Rêyên Hewayî yên Misirê, piştî ji Balafirgeha Skenderiyeyê rabû, hat revandin. Balafira hat revandin ji neçarî xwe danî Balafirgeha Larnaka ya Komara Qibrisê.
Rayedaran dan xuyakirin, ku balafira sefera Skenderiye-Kahîreyê dikir, ji aliyê korsanan ve hatiye revandin û niha bazara bi korsanan re destpê kiriye.