Fransa hewl dide hejmara santralên nukleerî zêde bike

Enerjiya nukleerê ku li cîhanê dibe sedema nerazîbûnên zêde û weke xeteriyeke mezin tê dîtin, hîn bêhtir bala Fransayê dikişîne. Fransayê ragihand, ku ew ê hejmara santralên xwe zêde bike.

Enerjiya nukleerê ku li cîhanê dibe sedema nerazîbûnên zêde û weke xeteriyeke mezin tê dîtin, hîn bêhtir bala Fransayê dikişîne. Fransayê ragihand, ku ew ê hejmara santralên xwe zêde bike. Şîrketa EDF a Fransayê diyar kir, tevî reaktorên heta sala 2030 li welatê xwe ava bike, ew ê çêkirina reaktorên li welatên din jî bidomîne.

Hat ragihandin çêkirina santrala nukleerî EPR a 'nifşê nû' ya li Flamanvîlle, wê heta sala 2018'an biqede. Nûnerê şîrketa hilberîn û belavkirina elektrîkê ya Fransayê (EDF) Xavîer Ûrsat da zanîn, ji sedî 80 ê raktorê nli Flamanvîlle ya li perava Derya Manşê, qediya ye.

Ûrsat ragihand, ew ê înşaeta santrala nukleerî ya li Fransayê bû sedema nîqaşan, bidomînin û da zanîn, ew ê heta sala 2030'î hejmara reaktorên 'nifşê nû EPR' zêde bikin. Ûrsat diyar kir, tevî reaktorên li Brîtanya Mezin tê plankirin wê li welatên din jî reaktoran çêbikin.

Nûnerê EDF anî ziman ku ew bi taybetî bi hevkariya şîrketa Japon Mîtsûbîshî û şîrketa Fransa Areva bawer dikin û ji bo nukleerê fînansmaneke zêdetir xwest.

Santrala Nukleerî Flamanvîlle ya rê l ber nîqaşan vekir, di sala 2007'an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin û diviyabû di sala 2012'an de biqediya. Lê belê di dema înşaetê de gelek xisar rû dabûn. Tevî vê yekê jî bêyî kontolên Saziya Ewlekariya Nukleerî (ASN) înşaetê dewam kiribû.

Li Fransayê bi giştî 57 reaktor hene û piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê welatê herî zêde enerjiya nukleerê hildiberîne ye. Her wiha hewl dide teknolojiya nukleerê bifiroşe welatên din.

Her çend ji aliyê belavkirina gaza li atmosferê ve li gorî petrol û komirê 'hawirdorparêz' jî bê binavkirin, ji ber karesatên Çernobîl û Fûkûşîma santralên nukleerî gelekî xetere ne. Her wiha divê bermayînên ji radyasyona bilind a ji santralên nukleerî mayî, divê bi awayekî ewle li binê erdê werin depokirin.

Şert e ku bermayînên nukleerî li herêmên bi hezaran salan bûyerên jeolojîk lê rû nedin, bên ragirtin.