Vegerandina Palmîra li rewşa xwe ya berê, wê ne karekî hêsan be

Cîhan pê kêfxweş e ku bajarê antîk Palmîra yê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Rayedarên Sûriyeyî îdîa dikin, ku ew dikarin bajarê kevnare li rewşa xwe ya berê vegerînin.

Cîhan pê kêfxweş e ku bajarê antîk Palmîra yê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Rayedarên Sûriyeyî îdîa dikin, ku ew dikarin bajarê kevnare li rewşa xwe ya berê vegerînin. Pisporên UNESCO di wê baweriyê de ne, ku ji ber zerar û talana dema DAIŞ'ê û artêşê beriya dagirkeriyê dane vî bajarê dîrokî, ne hêsane li rewşa xwe ya berê bê vegerandin.

Piştî ku bajarê antîk Palmîra ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, Dîrektorê Avahiyên Antîk û Muzeyên li Sûriyeyê Mamûn Abdulkerîm axivî û da xuyakirin, ku restorasyona berhemên dîrokî herî kêm wê 5 salan dewam bike.

Abdulkerîm diyar kir, di encama lêkolînên wan ên li bajarê antîk de dîtine, ku ji sedî 80 ê berhemên dîrokî zerar nedîtine û destnîşan kir, ku ev lêkolîn wê dewam bikin.

Mamûn Abdulkerîm da xuyakirin, ji bo restorasyona cihên zerar dîtine wê karê pêwîst were kirin û ragihand, ji bo restorasyonê pêwîstî bi erêkirina Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) heye. Abdulkerîm anî ziman, eger UNESCO erê bike, ew ê di nava salekê de dest bi karê restorasyonê bikin û di nava 5 salan de vî bajarê antîk li rewşa xwe ya berê vegerînin.

Abdulkerîm da zanîn, ku bi taybetî keleha antîk zerar dîtiye û di restorasyonê de ew ê giraniyê bidin ser vê derê.

PISPORÊN UNESCO XWEŞBÎN NÎNIN

Lê belê pispor ewçend xweşbîn nînin, ku bajarê antîk Palmîra li rewşa xwe ya beriya dagirkirina DAIŞ'ê bê vegerandin.

Endama koma pispor a UNESCO ya ji mîrateya çandî ya li Sûriyeyê berpirsyar Annî Sartre-Faûrîat li ser mijarê axivî û anî ziman, ku ji ber xisar û talana li bajêr ew bi guman in, bajare karibe li rewşa xwe ya berê vegere.

Sartre-Faûrîat da xuyakirin, ku her çend ew ji ber rizgarkirina Palmîra kêfxweş bûne jî divê felaketa bi serê bajarê antîk hatiye anîn neyê ji bîr kirin. Sartre-Faûrîat bibîr xist, di navbera salên 2012-2015'an de jî dema artêşa Sûriyeyê lê bû, xisareke mezin li vî bajarê antîk bûye. Sartre-Faûrîat ragihand, di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de jî tevî hilweşandinê, talanê jî dewam kiriye.

Dîroknasa pispor a UNESCO bibîr xist, ku li gelek herêmên nêzî bajêr şer dewam dike û diyar kir, ji bo destpêkirina restorasyonê hînê gelekî 'zû' ye.